TR KU SO
FB X
Kurdistan

Zêdetirî hezar kesan bi koronayê ketin û 16 kesan jî wefat kir

Admin H
Nivîskar
📅 28 nîsan 2021 20:40

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê amarên rewşa vîrusa korona ya 24 saetên borî eşkere kirin.

Di daxuyaniya îro 28ê Nîsanê ya Wezareta Tenduristiyê de hat eşkerekirin ku di nav 24 saetên dawî de Hezar û 31 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 16 kesan jî can daye.

Herwiha hat diyarkirin ku 973 nexweşên koronayê jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re li seranserê Herêma Kurdistanê hejmara pêketinên Covid-19 gihîşt 149 hezar û 140 kesan, ya mirinan gihîşt 4 hezar û 5 kesan û heta niha 125 hezar û 601 nexweş jî baş bûne.

Parve bike: