TR KU SO
FB X
Kurdistan

Zubeydî: Divê Pêşmerge bibe mertalê parastina Iraqê

Admin H
Nivîskar
📅 05 cotmeh 2026 11:22

PeyamaKurd - Wezîrê berê yê Karên Navxwe û Darayiyê yê Iraqê Baqir Cebir Zubeydî daxuyaniyek da û anî ziman ku divê Pêşmerge wekî mertalekî qewîn ji bo parastina Iraqê were nirxandin.

Zubeydî di daxuyaniya xwe de ku bi sernavê "Di navbera Pêşmerge û HSDyê de..." belav kiribû, da xuyakirin ku ezmûn û dîroka Pêşmergeyan ji ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) cûda ye û nabe dijayetiya Pêşmergeyan bê kirin.

Zubeydî destnîşan kir ku Pêşmerge hêzeke niştimanî û gelêrî ye ku xwediyê koka dîrokî ya kûr e û bi pêşengiya kesayetên wekî Mela Mistefa Barzanî û Mam Celal Talebanî hatiye avakirin.

Wî bal kişand ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê xwediyê statuyeke naskirî ye û da xuyakirin ku li şûna ku dijayetiya vê hêzê bê kirin, divê di çarçoveya diyalogê û bi girêdana bi Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar re wekî mertaleke stratejîk a welat sûd ji Pêşmerge were wergirtin.

Parve bike: