TR KU SO
FB X
Magazîn

Li Agiriyê pêsandaneke modeyê ya navdewletî pêk hat

Admin H
Nivîskar
📅 31 tebax 2020 23:40

PeyamaKurd – Platforma cilûbergan Dosso Dossi Fashion Show ji bo danasîna sirûşt, çand û dîroka bajarê Agirî û Bazidê li qada navdewletî, kêşanên xwe yên koleksiyona 2020-2021ê li dorûbera Çiyayê Agirî û cihê Keştiya Nûh tomar kirin.

Di pêşandan û kêşanan de mankenên ji gelek welatan cî girtin û di nav siruşt û dîrokê danasîna koleksiyona xwe kirin.

Hat ragihandin ku dîmenên hatine tomarkirin, wê li platforên dijîtal li 50 welatan werin pêşandin.

Hêjayî gotinê ye, ji ber koronayê defîleyên modeyê rawestiyane ku Dosso Dossîyê serî li vê pêşandana dijîtalî daye.

Parve bike: