TR KU SO
FB X
Magazîn

Nameyên ku Berfînê bo NASAyê sandin encam dan

Admin H
Nivîskar
📅 01 berfanbar 2019 22:14

PeyamaKurd – Keça Kurd Berfîn Dag ku ji navçeya Nisêbînê ya bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê ye û ji 16 saliya xwe ve, nameyan ji NASAyê re dişîne, îro li Zanîngeha ODTU ya Enqerê konferanseke li ser wan peyamên ku ji NASAyê re şandine dide. Herwiha zanyarê NASAyê jî hefteya pêşiya me li Mêrdînê konferansekê dide.

Berfîn ji 16 saliya xwe dixwaze bibe astrobiyolog û bala wê li ser pêşveçûnên fezayê ye. Herwiha ew nameyên wê ji aliyê NASAyê ve jî hatine bersivdan ku Berfîn niha jî dixwaze li pey xeyalên xwe biçe û di zanîngehekê de li ser beşa dixwaze perwerde bibe.

Berfîn Dag îro li Zanîngeha ODTUyê konferanseke derbarê name û lêkolînên xwe de saz dike ku ew agahdarî jî li ser twitterê belav kir û bala bi deh hezaran kesan kişand.

Berfîn di parvekirina xwe de wiha dibêje: “Çend salan berê li Mêrdînê keçek 16 salî hebû, ji bo bibe astrobiyolog her tim ji NASAyê re name dinivîsand. Ew dê îro li ODTUyê konferanseke derbarê posterên lêkolînên xwe de saz bike. Ew zanyarê ku di NASAyê de bersîva peyam dida jî, hefteya bê li Mêrdînê konferansa wî heye.”

Keça Kurd Berfîn, di meha Tîrmeha 2019an de, di pêşbirka “Ciwanî 100 Salî ye” de ku ji aliyê P&G Tirkiye û Weqfa Perwerde ya Tirkiyê ve li seranserê Tirkiyê hatibû sazkirin, di beşa zanistî de bûbû yekemîn û xelata Bursa Serkeftina Herî Bilind a Weqfa Perwerde ya Tirkiyê standibû.

Parve bike: