Trump: Hinek rayedarên Îranê ji bo peymanê bi me re pêwendî danîn
PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump ragihand ku hinek rayedarên Îranê bi rêvebiriya Washingtonê re pêwendî danîne û li pey peydakirina zemîna peymanêne.
Trump daxwuyaniya xwe li Koşka Sipî di civîna çapemeniyê de da û behsa pêvajoya dîplomasiya bi Îranê re dimeşînin û li ser Buhira Hurmizê agahiyan da. Trump got:
“Em îznê nadin ku Îran bibe xwediyê çekên nuklerî. Li hemberê Îranê her îhtîmalên rêyan li ber me ye. Hinek rêvebirên maqûl yên Îranê bi me re ketin nav têkiliyan. Gelek hewesa wan heye ku peymanê çêbikin.”
Li ser civînên li Pakistanê hatin kirin û DYA û Îranê li hev nekirin Trump got:
“Di serî de Îranî amadebûn bi me re li hev bikin lê dest ji bernama xwe ya nuklerî bernedan. Ev jî xeta me ya sor e.”
Li ser girtina Hurmizê ya ji aliyê DYA de Trump got ku ew îznê nadin Îranê da dinyayê bitirsîne û Buhiran ji bo berjewendiyên xwe bikarbîne.