Bi derziya bo korona ya Oxfordê 6 meymûn bas bûn
PeyamaKurd – Derziya (vacîn) namzeda bo parastina ji vîrusa koronaya nû Covid-19 ku ji aliyê Zanîngeha Oxford a Brîtanyayê ve demek berê dest bi ceribandinên wê hatine kirin, li ser meymûnan jî hat ceribandin.
Li gorî nûçeya New York Timesê meymûnên ku derziya koronayê li ser wan hatiye ceribandin piştî 28 rojan bi temamî ji nexweşiya Covid-19 baş bûne.
Zanyarê ku test li ser meymûnan kiriye Dr. Vincent Munster, ji rojnameyê re daye xuyakirin, pêşî dozên piçûk ji derziya korona bo meymûnên makak hatiye dayîn û piştre jî vîrusa koronayê bi rêjeyeke zêde xistine nav laşê wan meymûnan ku 6 meymûn ji koronayê baş bûne.
Muster daye zanîn ku ew meymûnên li ser wan ceribandin hatiye kirin cureyeke dişibin însanan in û ew dê encamên vê lêkolîna xwe hefteya bê bi zanyaran re ragihînin.
Xebata derziya koronayê ya Zanîngeha Oxfordê li gorî xebatên din ên li cîhanê hinekî li pêştir xuya dike ku hêviyê dide. Biryar e ew derzî li ser 6 hezar mirovan jî were ceribandin.