TR KU SO
FB X
Tendrûstî

Brîtanya, firotina cexareyan qedexe dike

Ruken güler
Nivîskar
📅 05 cotmeh 2023 19:00

PeyamaKurd- Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak ragihand ku ew ê ji bo parastina nifşên siberojê ji zirarên cixareyê, qanûnê derxin û diyar kir ku ew plan dikin her sal, temenê kirîna cixareyan zêde bikin.

Rishi Sunak, di girtina konferansa salane ya Partiya Muhafazakar a ku serokatiya wê dike de li ser gelek mijarên di rojeva welêt de daxuyanî da û diyar kir ku qanûna qedexekirina firotina cixareyan ji bo ciwanan dê li Parlamentoya Brîtanyayê were dengdan.

Sunak destnîşan kir ku temenê kirîna cixareyê dê her sal salek were zêdekirin û daxuyaniya xwe bi vî awayî berdewam kir:

“Ev qanûn tê wê wateyê ku îro cixare bi awayekî qanûnî ji zarokekî 14 salî re nayê firotin û ew û nifş dikarin bê cixareyê mezin bibin.

Em ê ji bo sînordarkirina gihandina cixareya elektronîk a zarokên xwe jî li çêj, dîmenên pakkirinê û cixareya elektronîk a yekcar binihêrin û em ê bergiran deynin.”

Parve bike: