Çîn dermanekî nû yê koronayê çêdike: 'Pêdivî bi derziyê namîne!'
PeyamaKurd – Zanyarên Çînê ragihandin ku wan dermanekî bo nexweşiya Covid-19 bipêş xistiye û heta niha bi qasî ku pandemiya koronayê (berbelavbûn) bide rawestandin serkeftî bûye.
Zanyarên pizîşkî yên Zanîngeha Pekîn a Çînê, îdia kirin ku dê ew dermanê wan bipêş xistiye pêwîstiyê bi derziya koronayê nehêle û pêşiya belavbûna koronayê bigire.
Li gorî wan zanyaran hatiye piştrastkirin ku ew dermanê wan heyama rizgarbûna ji nexweşiyê kêm dike.
Di lêkolîna zanyarên Çînî de derketiye ku ew dermanê mijara gotinê, xweragiriya bedena nexweşên koronayê di demeke kurt de pêk tîne.
Doktorê Çînî yê tîma lêkolîna dermanê navborî Sunney Xie ji AFPê re ragihandiye ku dermanê ku wan bipêş xistiye li ser ajalan hatiye ceribandin û serkeftî bûye ku taybetmendiya xwe ya başkirina nexweşiyê li ser ajalan peyitandiye.
Li gorî nûçeyê wê ew dermanê ku hîn di asta ceribandinê û testan de ye, heta dawiya sala 2020an ji bo bikaranîna ser nexweşan amade be.