Tendrûstî
Çîn: “Me dermanê kocornavîrûsê dît”
PeyamaKurd- Sefîrê Çînê yê li Rûsyayê Zhang Hanhui ragihand ku dermanê vîrûsa koronayê dîtine lê li bende ne ku ceribandinên herî dawî bên kirin. Sefîr Zhang Hanhui, li Moskovayê bo çapemeniyê weha ragihand:
“Bandora dermanê ku zanyarên me yên Çînê dîtine, hat tesbîtkirin û ceribandinên wê bi serkeftin dewam dikin. Xebatên herî dawiyê wê di demeka kurt de biqedin û li temamê bajarên me wê jiyan normal bibe. Tê plankirin ku li navenda ciyê ku vîrus lê belav bûye, heya dawiya adarê dawî lê were. Em û WHO (Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê) bi hevre dixebitin. Di nav tîma xebata me de du kes ji zanistên Rûs hene. Bo Rûsya û xelkê em sipasiya xwe dikin.”