Tendrûstî
Di 24 sietan de 608 kes mirin
PeyamaKurd- Li gor malpera înternetê “Worldometer” a ku di dinyayê de rêjeyên Kovid-19 ê dişopîne; li Amerîkayê di nava 24 sietan de 608 kes mirine. Heya îro kesên ji ber nexweşîna Kovid-19 ê li Amerîkayê mirin, bi giştî gihaye 132.112 kesan. Rêjeya Kovid-19 ê ya li Amerîkayê weha ye:
2.891.380 kes bi nexweşîna Kovid-19 ê ketine.
53.654 kes îro bi nexweşînê ketine.
608 kes îro mirine.
132.112 kes heya îro mirine.
36.301.000 test heya îro hatine kirin.
1.235.000 nexweş heya îro baş bûne.