Di nav qafikê serî de, hucrên berxwedanê yên li dijî tumoran keşif kirin
PeyamaKurd – Lêkolînerên DYAyê yên Fakulta Tibê ya Zankoya St. Louis Washingtonê keşif kirin ku di nav qafikê serî de, hucrên berxwedanê yên li dijî tumoran hene. Di nav vê beşa serî de, hucrên berxwedanê tên perwerdekirin û bi taybetî li dijî glioblastomaya bandora wan heye.
Wezîfa ku dikin, di nav ava bin hestiyê qafê serî de, li dijî tumoran xettekî datînin û berê jî lêkolîner jê re digotin organên ku nayên zanîn lê niha tesbît kirin ku li dijî tumurên di mêjî de berxwedanê didin. Ew xeta hucreyan raste rast bi tumurên mêjî re têdikoşin.
Li gor lêkolînê; hucrên tesbît kirine, li hemberê seretana (kanser) mêjî, di wextekî zûde dikeve nav têkoşînê û weka ‘navenda ewlehiyê’ kar dike. Di ceribandinên ku kirine de, hucrên berxwedanê di van navendan de tên perwerdekirin, bê ku pêdiviya wan bi herêmên din hebe, li hemberê tehdîdên mêjî dikevin nav berxwedanê.
Lêkolîner dibêjin hucrên tesbît kirine, bi taybetî li dijî tumura mêjî ya kujer ku jê re tê gotin glioblastomaya, li dijî wê roleka girîng dileyîze. Van avahiyên ku di bin hestiyê qafikê serî de ne, li ser mişkên ku wan xwurt kirine ceribandine, bi tumuran re bêhtir têkoşînê dikin û jiyana wan bêhtir dirêj dikin.
Serxebatkarê lêkolînê Prof. Dr. Jonathan Kipnis li ser vê keşfê gotiye:
“Qafikê serî ne tenê îskeletekî parastinê ye. Malxweyiya bertekên bexwedanê li wê derê didin. Hebûna wan di dermankirina nexweşîn û tumurên mêjî de dibe ku deriyên nûh jî veke.
Keşfa hatiye kirin dibe ne tenê bi seretana mêjî re sînordar bimîne lê belkî dikare ji bo nexweşînên wekî Alzheimer, Parkinson û şizofrenê re di dermankirina van nexweşînên asabî de, ji bo dermankirina wan serpereştiyê bike.