Tendrûstî
Doktor dev ji grevê berdan
PeyamaKurd – Li welatê Kenyayê 3 roje ku doktor bi sedema mehaneyên wan kême û şert û mercên xebata wan nexweşin, ketibûn grevê û îro dev ji grevê berdan.
Serokê sendika ya doktor, dermansaz û doktorên diranan Chibanzi Mwachonda, bo rojnamevanan ragihand ku hukumet gotiye wê şertên wan bicîh bîne lewra jî dest ji grevê berdane. Lê greva hemşîre û xebatkarên klînîkan ku jimara wan di ser 35 hezaran de ye dewam dike.
Li Kenyayê heya niha di ser 90 hezaran de kes bi nexweşîna kovid-19 ê ketine.