TR KU SO
FB X
Tendrûstî

Dr. Faucî: Ji bo nemana Covid-19 pêwîstî bi derzîkirina 90%ê civakê heye

Admin H
Nivîskar
📅 26 berfanbar 2020 00:41

PeyamaKurd – Serokê Enstîtuya Alerjî û Nexweşiyên Pandemîk a Amerîkayê Dr. Anthony Fauci, ragihand ku ji bo xweparêziya giştî li hember vîrusa koronaya nû Covid-19 çêbibe, pêwîstî bi derzîkirina 90%ê civakê ye.

Dr. Fauci di hevpeyvîna rojnameya New York Times a Amerîkî de gotiye, wan berê ji bo xwaparêziya civakê ya ji koronayê behsa rêjeya pêketina ji sedî 70-75ê civakê kiriye, lê belê ji ber zêdebûna pêketinan divê derzîkirin jî hîn zêdetir be.

Faucî diyar kiriye, ez difikirim ku ji sedî 70 heta 90 divê civak bê derzîkirin.

Hêjayî gotinê ye, niha li Amerîkayê bêhtirî milyonek kes hatine derzîkirin ku hîn ew rêjeye nebûye ji sedî yekê civakê jî.

Parve bike: