Emeliyatên li 9 nexweşxanên taybet yên Herêma Kurdistanê rawestandin
PeyamaKurd – Wezareta karên tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di kontrolên nexweşxanên taybet de, emeletiyatên li 9 nexweşxanan yên taybet rawestandine.
Rêverbirê wezareta tenduristyiyê ya kontrol û şopandinê Dr. Resul Abdulxaliq, di 5ê Cotmeha 2026an de, ji bo Rûdawê gotiye; li temamê seranserê Kurdistanê dest bi kontrolan kirine.
Di kontrolê de li başiya xizmetên tenduristiyê, alavên ku hene, avahiyên esasî yên nexweşxanan, kontrola enfeksiyonan, alavên di emeliyatxanan de hene û temsamê kêmasiyan tesbît kirine.
Li bajarê Zaxoyê emeliyatxanên 2 nexweşxaneyan girtin. Abdulxsaliq ragihand ku 9 emeliyanxanan nexweşxanên taybet girtine û hem navendekî taybet jî bi wan re girtine.
Di wexta kontrolê de, di derbarê 2 navendên tenduristiyê de, doza dadgehê vekirine, li her dû ciyan dermanên qaçax xistine dest, ji ber ruxsat û belgeyên pêdivî tinene, xebatên tenduristiyê meşandine.
Dr. Abdulxaliq ragihgand ku eger nexweşxane an emeliyatxane kêmasiyên xwe temam bikin, wê îznê bidin ku emeliyatan bikin.