TR KU SO
FB X
Tendrûstî

Hejmara miriyên ji corona vîrusê bû 304 kes, rewsa 2110 kesan giran e

Admin H
Nivîskar
📅 02 sibat 2020 13:33

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hejmara kesên ku li Çînê ji korona vîrusê can dane gihîştiye 304 kesan û rewşa 2 hezar 110 kesan jî giran e.

Li gorî amarên dawî yên ji Çînê hatine hejmara kesên ji corona vîrusa nû (2019-nCoV) can dane gihîşt 304 kesan, rewşa tenduristiya 2 hezar û 110 kesan giran e û 14 hezar û 380 jî enfekte bûne.

Herwiha heta niha kesên gumana vîrusê li ser wan çêbûye hejmara wan bûye 19 hezar û 544 kes û kesên ji ber vîrusê li nexweşxaneyan hatine razandin jî bûye 137 hezar û 594 kes

Li gorî amaran heta niha 328 kes jî ji vîrusê baş bûne û ji nexweşxaneyan ew şandine malên wan.

Vîrusa coronayê heta niha li bêhtirî 20 welatan belav bûye û piştî biryara rewşa lezgîn a Rêxistina Tenduristiya Dinyayê (WHO) xebatên li ser derziya çareserkirina vê vîrusê hatine destpêkirin.

Parve bike: