Ji kulmek dendikên kundiran bi dehan fêde…
PeyamaKurd – Di nav çerezan de yek ji çereza herî zêde fêdeyê li tenduristiya mirovan dike dendikê kundiran e. Dendikên kundiran wek xurekekê bi dehan fêdeyên wê li bedena mirovan heye.
Rojane bi kulmek dendikên kundiran hûn dikarin li dijî xeteriya krîza dil, peydebûna şaneyên kanserê (penceşêr) xwe biparêzin û herwiha bi xêra vîtamîna xwarina dendikên kundiran xeweke xweş bikin.
Herwiha li gorî lêkolînan dendikên kundiran di warê magnezyûmê de dewlemend in û tevî zexmkirina hestiyan ji bo tenduristiya diranan jî bi fêde ne.
Dema hûn bi rêk û pêk dendikên kundiran bixwin, rîska krîza dil kêm dibe û nexweşîna diyabetê (şekir) jî ji we dûr dikeve.
Di zilaman de porweşandin kêm dibe û bi zêdebûna vîtamîna çînkoyê re pora wan zêde kêm nabe.
Herwiha fêdeyeke din a dendikên kundiran jî parastina bedena mêran ji kansera prostatê ye ku ji bo hemû nexweşînên prostatê sûdewar e.