TR KU SO
FB X
Tendrûstî

Ji Wezareta Tenduristiyê bo bijîskên ku di dema fermî de kar dikin daxuyaniyeke girîng

📅 08 sibat 2020 18:11

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Kurdistanê ragihand, ew bijîşk û karmendên tenduristiyê yên ku di dema dewama fermî de li cihekî din jî kar bikin, dê bên cezakirin.

Berdevkê Wezareta Tenduristiya Kurdistanê, Mihemed Qadir got, biryar hatiye dayîn ew bijîşk û karmendên tenduristiyê ku di dema dewama fermî de li cihekî din kar dikin, bên cezakirin.

Mihemed Qadir her wiha got, ji bo wan bijîşkan komîteyek hatiye avakirin. Ew komîte dê çavdêriya bijîşkên hikûmetê bike û her bijîşkê/a ku di dema dewama fermî de li nexweşxaneyek din kar bike dê were sizadan.

Bi gotina berdevkê Wezareta Tenduristiyê, ew wê tedbîrê ji ber wê yekê digirin çimkî hinek bijîşk di dema dewama xwe ya fermî de diçin li nexweşxaneyeke taybet kar dikin.

Parve bike: