Ji WHOyê daxuyaniya cureya nû ya Covid-19...
PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiya Cîhanî (WHO) li ser zanyariyên ji Brîtanyayê yên mutasyona (veguherîna) cureyeke nû ya daxuyanî da. Rêxistina Tenduristiyê hişyarî da ku li welatên din jî tedbîr bên standin.
Serokwezîrê Brîtanyayê Borîs Johnson, ragihandibû ku mutasyoneke cureyeke vîrusa koronayê li başûrê rojhilatê welat derketiye ku ji Covid-19 zûtir belav dibe, lê ew nizanin bê zêdetir dikuje yan na.
WHOyê li ser vê agahiyê daxuyanî da û got, ew bi Brîtanyayê re di nav danûstandina nêzîk de ne.
Di daxuyaniya WHOyê ya ser twitterê de hat gotin: “Em derbarê derketina cureya coronavîrusa nû de bi Brîtanyayê re di nav pêwendiyê de ne. Wê encamên analîz û lêkolînan bi berdewamî parve bikin. Çawa ku em taybetmendiyên vê cureya vîrusê fêr bibin, emê welatên endam û gel agahdar bikin.”
WHOyê herwiha daxwaz ji welatên din jî kiriye ku derbarê mutasyona cureya nû ya koronayê de, tedbîrên xwe bistînin û baldar bin.
Hêjayî gotinê ye, piştî daxuyaniya Brîtanyayê yekem welatê ku li hember cureya nû ya vîrusa koronayê tedbîr stand Holanda ye ku hemû seferên asmanî û trênan bo Brîtanyayê rawestandin.