TR KU SO
FB X
Tendrûstî

Li Nîjeryayê kolera bû sedema mirina 20 kesan

Admin M
Nivîskar
📅 20 berfanbar 2022 03:13

PeyamaKurd – Tîma rêxistina tenduristiyê ya dinyayê (WHO) li Nîjeryayê li eyaleta Adamawayê li bajarokê Mûbiyê ji ber belavbûna nexweşîna kolerayê xelkê wê derê perwerde dike. Perwerde di mijarên paqijî û tedbîrên bên girtin de ye.

Li Nîjeryayê bi taybetî jîngehên ku ava vexwarinê lê tineye an keme, pir caran nexweşîna kolerayê zêde dibe û dibe sedema mirina nexweşan. Rêvebirekî cîh roja yekşemê ragihandiye ku li eyaleta Cross Riverê di belavbûna kolerayê de herî kêm 20 kes mirine û heya niha 30 kesan birine nexweşxanê.

Parve bike: