TR KU SO
FB X
Tendrûstî

Nexwesîna sorikan Nîjeryayê tehdîd dike

Admin M
Nivîskar
📅 23 nîsan 2019 03:43

PeyamaKurd- Li welatê Nîjeryayê nexweşîna sorikan bûye talûkeyeka mezin. Di du hefteyan de 10 hezar kes bi sorikan ketine. Li herêmeka Nîjeryayê 17 zarok bi sedema sorikan mirine.

Berpirsê tenduristiyê yê bajarê Borno ya Nîjeryayê Babagana Abiso di beyana xwe de behsa nûçeya sorikan ya jorê kir. Abiso ragihand ku piraniya zarokên mirine, emrên wan di bin 6 salan de ne.

Sorik bi bilindiya germa bedenê destpêdike, bêhalî, kuxik, avhatina ji bêvilan û ji soriya çavan destpêdike û heya îltîhaba guhan, îshal, satilcan, xesarê dide mêjî û heya mirov dikuje jî.

Parve bike: