TR KU SO
FB X
Tendrûstî

Pispor dibêjin: Ava derya û hewzan çiqas germ dibe talûka enfeksiyonê zêdetir dibe

Admin M
Nivîskar
📅 25 tîrmeh 2026 15:03

PeyamaKurd – Di demsala Havînê de, bi germbûna hewayê re, ava deryayê jî germ dibe û dema xelk dikeve ava deryayê talûka anfeksiyona wan jî zêde dibe.

Pispor dibêjin bi taybetî ew kesên ku di avê de zêde dimînin an di avê de dimînin û mecbûr dibin avê daqurtînin û ew cemeda bê bawerî ya ku dixwun, ev tev dibin sedema îshalê û lihevketina mîdê (xelandin).

Ji ber wê jî pispor hişyariyê didin ku zêde di nav avê de nemînin. Doç. Dr. Mustafa Doğan dibêje di mehên Havînê de enfeksiyonên bi sedema xida û avê zêdetirin. Ava germ dibe sedema zêdebûna bakterî, mantar û virusan.

Doç. Dr. Doğan, dibêje ku di mehên Havînê de piraniya enfeksiyonên mide û rodiyan ji kêmasiya paqijiya xidayan e. Bi taybetî meywe û sebze divê baş bên şûştin, xidayên ku baş nehatine pahtin, talûka enfeksiyonê zêdetir dike.

Pispor dibêjin ku di ava germ de zêde nemînin û ger yek nîşanekî ji yên jorê di we de xwuya bike, bila herin dezgeyekî herî nêz yê tenduristiyê.

Parve bike: