TR KU SO
FB X
Tendrûstî

Prof. Canan Karatay: “Dermanê vîrusê ser û pê ne”

Admin M
Nivîskar
📅 23 sibat 2020 04:24

PeyamaKurd- Koronavîrus ev 2 mehe ku temamê dinyayê tehdîd dike û hê jî belav dibe. Li ser dermanê coronavîrusê profesora bi nav û deng Canan Karatay got ku ev vîrus ne tişteka nûye û bi salaye em bi hevre dijîn. Kareatay tevlî bernameya tv ya CNN ê bû dermanên balkêş pêşniyar kir. Karatay got ku kesên ji vîrûsê dimrin, temenên wan di ser 80 sala de ne û nehewce ye ku dinya jê bitirse. Canan Karatay weha got:

“Koronavîrus tişteka nûh nîne. Heya niha 6 heb hene û ev jî ya 7 a (19) ye. Bi salaye em bi hevre dijîn. Li gor raporên CDC yê heya meha yekê li Amerîkayê 15 mîlyon mirov grîb bûne. Ji vana 140 hezar li nexweşxaneyan razane û heya meha 1 ê, 8 hezar û 200 kes mirine. Bo çi behsa vana nakin lê behsa koronavîrusê dikin? Yên li Çînê mirine temenên wan di ser 80 salî de ne. Yên mirine gelek nexweşînên wan yên din hene. Ev ne bûyereke ku ewqas dinyayê pê bitirsînin. Di bedena me de ji xwe vîrus hene û bi sedsala ye em bi hevre dijîn.”

Canan Karatay got ku divê bexwedana bedenê bê xurtkirin. Ser û pê qewetê dide bedenê. Yên bedena wan xurt be, nexweş nakevin.Terzê jiyanê gelek girîng e. Di mehên zivistanê de divê hewa paqij bijeve xanî, divê li derve bigerin. Têr avê vexun. Bi xwêya krîstal ya kevir. Di xwêya krîstal de 84 mîneral hene. Kelem, tevr, kereviz, sîr, pîvaz, pincar, vana tev girîng in. Tev ji axê tên. Zivistanê vana buxun.

Em nizanin sala pêşiya me de wê jîjan vîrus derê pêşberê me. Vîrus her wext kiras diguhêrin.

Parve bike: