TR KU SO
FB X
Tendrûstî

Uganda, bi sedema Ebolayê sînorê xwe ji Kongoyê re girt

Admin M
Nivîskar
📅 22 gulan 2026 22:39

PeyamaKurd – Dewleta Ûganda bi sedema nexweşîna Ebola ya li welatê Kongoya Demokratîk belav bûye û Kongo bi Ûganda re sînorê wê heye, bi temamî çûn û hatina ji bo Kongoyê qedexe kir. Sedema wê jî ew e ku nexweşîne negihê nav xelkê Ûgandayê.

Çûn û hatina navbera her dû welatan ji bo 4 hefteyan hat ragihand lê dikarin ji bo çûn û hatina kargoyan bi hinek şertan îznê didin.

Li gor çapemeniya Ûgandayê; wezareta tenduristiyê xebatên xwe yên li ser sînorê Kongoyê, bi taybetî li ciyên ku Ebola jê belav bûye û heye zêde kiriye.

Tîmên tenduristiyê daniye ser sînor, dişopîne û çavdêriya xwe ya di meselê de xwurt kiriye.

Li Kongo heya niha di 160 kesan de nexweşînê tesbît kirine û her 160 kes jî talûka wan heye ku ji wan nexweşîn bigihê hinekên din.

Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) ragihand ku ji  qedexekirina çûn û hatê bêhtir divê kontrola tenduristiyê bê kirin.

Parve bike: