TR KU SO
FB X
Tendrûstî

Wezareta Tenduristiyê li dibistanan hin kel û pelên xwarinê qedexe kirin

📅 03 berfanbar 2019 16:36

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Kurdistanê firotina çend tiştên xwarinê li nav medrese û dibistanên Herêma Kurdistanê qedexe kirin.

Li gorî agahiyên berdest, Wezareta Tenduristiya Kurdistanê roja 26 Mijdara îsal fermannameyek ji tevahiya dibistan û medreseyên Başûrê Kurdistanê re şandiye û firotina çend kel û pelên xwarin û vexwarinê li bûfe û markêtên dibistanan de qedexe kiriye.

Li gorî wê fermannamê, firotina van tiştan hatiye qedexekirin: Kola û vexwarinên bi asît, cîps, simax û lîmontûzî, xurmayê hindî, çerezên bi qalik û benîşt.

Parve bike: