Tendrûstî
WHO: Cixare ji her çar saniyeyan yekî dikuje
PeyamaKurd- Di dinyayê de her sal 8 mîlyon kes ji titûnê dimre û ji her çar saniyan yek jiyana xwe ji dest dide. Mijara bingehîn ya WHO (Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê) yê îsal 31 ê meha gulanê weka dinya bê titûn ragihand û rewtê rojê “Tirtûn û pençeşêra pişikê” hat diyarkirin. Li gor ragihandina rêxistinê; mirina ji ber titûnê % 40 ê wê ji ber pençeşêrê, rêya nefesê ya kronîk û ji ber jan a zirav e.
Li gor rêjeyên WHO yê her sal 56,9 mîlyon kes dimrin û ji vana 8 mîlyon bi sedema titûn û berhemên titûnê dimrin.