TR KU SO
FB X
Tendrûstî

WHO: Derman bê bandor in, mirinên koronayê kêm nekirin

Admin H
Nivîskar
📅 16 cotmeh 2020 23:40

PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) derbarê dermanên bi nexweşên vîrusa koronayê de pêşniyar kiribûn paşde gav avêt û ragihand, Remdesivir û hidroksiklorokin mirinên ji koronayê kêm nekirine ango ew derman bê bandor in.

Di ragihandina WHOyê de hatiye gotin, dermanên Remdesivir, dermanên antîvîral, hidroksiklorokin û dermanên têkelalopinavir/ritonavir ji bo dema mayîna nexweşên Covid-19 li nexweşxaneyan û kêmkirina mirinan gelekî kêm bi bandor in yan jî qet bandora wan çênebûye.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya WHOyê ceribandina wan dermanan li 405 nexweşxaneyên 30 welatan û li ser 11 hezar û 266 kesan hatiye kirin û di encamê de derketiye holê ku ew derman gelekî kêm bandorê li başkirina nexweşên koronayê dikin.

Parve bike: