TR KU SO
FB X
Tendrûstî

WHO: Em bi hêvî ne sewba vîrusa Korona ji du salan kêmtir bidome

Admin L
Nivîskar
📅 22 tebax 2020 12:30

PeyamaKurd – Li gor Serokê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus ragihand, ew ê hemû jêderan bi awayê herî baş bi kar bînin, şewba vîrusa Korona bibînin û şewba vîrusa Korona ji grîpa Îspanyol zûtir têk bibin. Em bi hêvî ne, şewba vîrusa Korona ji du salan kêmtir bidome.

Ghebreyesus diyar kir,  li gor demên grîpa Îspanyol ya 1918’an her çiqas nêzbûn, globalbûn û pêwendî bandorên neyênî çêdikin jî, ew avantajên teknolojiya pêşketî jî bikar tînin.

Herwiha wî diyar kir, ew ê hemû jêderan bi awayê herî baş bi kar bînin, perpûna vîrusa Korona bibînin û şewba vîrusa Korona ji grîpa Îspanyol zûtir têk bibin.

Li gor hin jêderan, grîpa Îspanyol di du salan de bi qasî 50 mîlyon kes kuştine.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin, ji ber vîrusa Korona, heta niha bi qasî 800,000 kesan can dane.

Parve bike: