Tendrûstî
WHO hişyariya hantavirusê da 12 dewletan ku Tirkiye jî di nav wan de ye
PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiya Dinyayê (WHO) hişyariyê da 12 dewletan ku Tirkiye jî di nav wan de ye. Rêvebirê WHOyê Tedros Adhanom Ghebreyesus li ser mirina 3 kesan ya di keştiya bi navê MV Hondius de ku ji vîrusa hantavirusê tê de mirin, daxwuyanî da.
Keştiya navborî ji dewleta Arjantînê ketibû rê û niha di Atlantîkê de dimeşe, tê de di 8 kesan de nexweşîn peyda bû ku 5 ji wan vîrusa hantavirus e. Li ser mijarê Ghebreyesus hişyariyê da 12 welatan. Her 3 nexweşên mayî bi gumane lê dibe ku nexweşîna wan ji heman vîrusê be.
Di nexweşînê de vîrus li Amerîka Latînî hatibû dîtin û dikare ji mirovan bigihê mirovên din. Keştî niha di Atlantîkê de ber bi Giravên Kanaryayê ve diçe.