TR KU SO
FB X
Tendrûstî

WHOyê 9 derziyên ji bo koronayê hatine çêkirin pejirandin

📅 24 nîsan 2020 16:29

PeyamaKurd – Rêxistina Tendirustiya Cîhanê (WHO) 9 derziyên ku ji bo vîrusa koronayê (Covid-19) hatin çêkirin wekî derxiyên hêvîbexş hatin pejirandin.

Li gorî ajansa nûçeya Sputnîka rûsî, WHO 9 derziyên ku ji bo koronaya nifşê nû (Covid-19) hatine çêkirin xistin lîsteya derziyên hêvîbexş.

Li gorî daxuyaniyê, her 6 derzî ji aliyê Navenda Dewleta ya Vektor Vîrolojî û Biyoteknolojiyê ve hatine çêkirin.

Li gorî daneyên dawîn yên WHOyê, li seranserê cîhanê heya niha 2 milyon û 47 hezar kes enfekte bûne û zêdetirî 169 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.

 

Parve bike: