Werzis
32 yariyên ti tîmekê nekariye Barcelonayê
Di pêşbirka Lîga Futbolê ya Yekemîn a Îspanyayê La Lîgayê de Barcelona bi encama 6-1 tîma Gironayê bir.
Di 25emîn hefteya La Lîgayê de tîma Gironayê bû mêvanê tîma Barcelonayê.
Di xulekên 5, 44 û 76emîn de Luîs Suarez, di xulekên 30 û 36emîn de Lîonel Messî, di xuleka 66emîn de Phîlîppe Coutînho gol avêtin û Barcelona bi ser ket.
Ji tîma Gironayê Portu di xuleka 3yemîn de gola tîma xwe tomar kir.
Barcelonayê bi vê encamê puanê xwe derxiste 65an.
Di heyama 2010-2011an de Barcelona di 31 pêşbirkan de têk neçibû, bi vê têkneçûnê hejimara xwe ya têkneçûnê derxist 32yan.