TR KU SO
FB X
Werzis

Amedspor bi hedefa lîdertiyê pêşwaziya Beşîktaşê dike

Admin H
Nivîskar
📅 20 îlon 2026 15:27

PeyamaKurd - Di çarçoveya hefteya 6emîn a Super Liga Tirkiyê ya futbolê de îro Amedspor li qada xwe pêşwaziya tîma navdar a Stenbolê Beşîktaşê dike.

Ev lîstika ku dê seet 20.00an de li Diyarbakırê dest pê bike, di heman demê de ji ber rewşa pûanên lîgê xwedî girîngiyeke mezin e. Berî vê hevdîtinê, Galatasarayê di lîstika xwe ya vê hefteyê de li derveyî malê bi 4-0 li hemberî Trabzonsporê têk çû, bi 13 pûanan di serê tabloyê de cih digire. Beşîktaşê jî berî vê maçê bi 5 lîstikan û 12 pûan bi dest xistine.

Di tabloya nû ya lîgê de, piştî encamên dawî Galatasaray bi 13 pûanan li serê tabloyê ye. Beşîktaş bi 12 pûanan di rêza duyem de, Kocaelispor bi 12 pûanan di rêza sêyem de û Amedspor jî bi 10 pûanan di pozîsyoneke pir bi avantaj de li benda encama vê lîstika dîrokî ye.

Ger Amedspor vê maçê bistîne bi rêya averajê di dîroka xwe de cara yekem dibe lîderê Lîga Super a Tirkiyê.

Bi milyonan alîgirên Amedsporê bi coş û peroşeke mezin li benda vê yariya krîtîk in ku hêvî dikin tîma wan bibe tîma yekem a serketiya Super Lîgê.

Parve bike: