Amedspor û Galatasaray piştî 11 salan li Stenbolê tên pêşberî hev
PeyamaKurd - Di hefteya 11em a Lîga Super a Tirkiyeyê de, tîma Amedsporê ya bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê sibe Şemiyê li Stenbolê li Stadyuma RAMS Parkê bibe mêhvana Galatasarayê.
Ev maça ku alîgir bi kelecaneke mezin li bendê ne, dê roja şemiyê li saet 19:00an dest pê bike.
Di Lîga Super a Tirkiyê de, Galatasaray di rêza yekem de ye û Amedspor jî di rêza duyem de ye. Wê Amedspor hewl bide zora Galatasarayê bibe û bikeve rêza yekem.
Herî dawî 22yê Çileya 2015an di Kûpaya Tirkiyeyê ku wê demê navê Amedsporê "Dîyarbakir Buyukşehîr Belediyespor" bû, bi encama 2-0 Galatasaray têk biribû.
Di nava her du tîman de ji ber cezayan lîstikvanên wekî Abdulkerîm Bardakci ji bo Galatasarayê û Samuel Ballet ji bo Amedsporê nikarin bilîzin, her wiha bilêtên alîgirên Amedsporê jî di demeke kurt de xelas bûn.