Amedsporê bang li alîgirên xwe kir: Em yek bin, em ê bi ser kevin
PeyamaKurd - Tîma Amedspor a Diyarbekir a Bakurê Kurdistanê piştî encamên nebaş ên maçên dawî, bi beşdariya rêveberî, rahêner û lîstikvanan li Tesîsên Şêxmûs Ozer civîneke çapemeniyê ya berfireh li dar xist.
Serokê Amedsporê Nahît Eren, ji ber windakirina puanan di maça Bandirmasporê de ku roja Yekşemê hatibû lîstin, lêborîn ji alîgiran xwest.
Eren herwiha bal kişand ser şaşiyên hakeman û daxwaza edaletê kir û destnîşan kir ku baweriya wan a bi şampiyoniyê tam e û bang li alîgir û piştevanên Amedsporê kir ku di van du maçên dawî de bibin yek daku xewna derketina Lîga Super pêk bînin.
Li aliyê din Rahêner Mesut Bakkal jî bertek nîşanî rexneyên tund da û diyar kir ku ew ji her kesî zêdetir şampiyoniyê dixwaze û niha ne dema lomeyan, dema piştgiriya tîmê ye.
Di civînê de, lîstikvan û kaptanên tîmê jî xemgîniya xwe ji ber têkçûna dawî anîn ziman û gotin, heqaretên li ser medyaya civakî zirarê dide rihê tîmê. Kaptan Erce Kardeşler û lîstikvanê golker Mbaye Diagne tekez kirin ku ew ê heta deqeya dawî berxwe bidin û ji alîgiran daxwaza peyamên erênî kirin.
Dîsa Çekdar Orhan û Mehmet Yeşîl jî bal kişandin ser nasnameya Amedsporê û nirxên civakî û diyar kirin ku Amedspor "rih û berxwedan e" û divê alîgir nebin sedema lawazbûna lîstikvanên xwe.
Hêjayî gotinê ye, tenê du hefte mane ku Lîga Yekem a Futbolê bidawî bibe û piştî du maçên din çarenivîsa Amedsporê ya bo derbasbûna Lîga Super diyar dibe.