TR KU SO
FB X
Werzis

Boksera jin a îranî venagere welatê xwe

Admin H
Nivîskar
📅 17 nîsan 2019 21:43

PeyamaKurd – Yekem boksera jin a îranî Sedef Hadim ku roja şemiya borî derketibû maça xwe ya fermî li Fransayê, biryar bû vegere welatê xwe.

Îranê derbarê şampiyonê dinyayê yê boksê yê berê Mahyar Monshipourê Îranî de biryara girtîne derxis ku biryar bû ligel Sedef Hadim vegere Îranê. Sedef Hadim di maça boksê ya roja şemiyê de reqîba xwe Anne Chauvin a frensî têk dabû.

Li gor nûçeya Euronewsê rayedarekî ji balyozxaneya Îranê ya Parîsê piştrast kiriye ku ji ber biryara girtinê ya Hadim û Monshipour biryar dane venegerin Îranê.

Parve bike: