TR KU SO
FB X
Werzis

Bokserê Kurd serkeftina xwe diyarî gelê Kurd û servanan kir

Admin H
Nivîskar
📅 09 berfanbar 2019 19:16

PeyamaKurd – Werzîşvanê Kurd Serdar Altaşê ku li Swêdê dijî û şarezayê werzişa bokserîyê ye, roja şemiyê li Stockholmê serkeftineke mezin bi dest xist.

Altaş bi ala Kurdistanê ya ser sînga xwe derket ser dika werzişê û ala Kurdistanê li ba kir.

Serdar Altaş, di yariya Superior Challenge ya li Stockholmê de reqîbê xwe yê Perûyî, Wilbert Huaman têk bir û serkeftineke mezin bi dest xist.

Bokserê Kurd piştî serkeftina xwe got, “Ev serketin ji bo min gelekî girîng bû. Çimkî ez ji windabûnê têm. Ez vê serkeftinê diyarî şervan û gelê Kurd ê ji bo azadiya xwe şer dike dikim.”

Werzişvanê Kurd li ser bedena xwe jî deqa nexşeyeke Kurdistana mezin çêkiriye û piştî vê serkeftina xwe jî ala Kurdistanê li ba kir ku ji bo danasîna nasnameya Kurdistanê li cîhanê karekî hêja kir.

Parve bike: