Çiyagerekî li çiyayê Cîlo yê Hakkariyê wenda bû
PeyamaKurd – Li bajarê Hakkariyê li Çiyayê Cîloyê çiyagerê 30 sal tecruba wî hebû yê bi navê Yüksel Işık (60) ku hem di karê xwe de rêberiyê dike, piştî hilkişiya çiyayê Cîlo jê agahî nayê sitendin.
Işık, ji bo xwe bigihîne bilindahiya 4,135 metreyan ji bajarê Bursayê ketibû ser rê. Dema gihane bilindahiya 3 hezar metreyan, hevalê wî dibêje ku westiyaye û paşde dadigere. Lê Yüksel rêya xwe dewam dike.
Yüksel herî dawiyê roja Duşemê seet di 15.05an de bi dîmen bi malbata xwe re axifiye û car din jê agahî nestendine.
Tîmên AFAD, cendirmeyan û UMKE lêgerîna xwe li dora kampa ku daniye zêde kirine. Herêm ji aliyê İHAyan de tê kontrolkirin û guzergahên hilkişîna çiya yek bi yek kontrol dikin.
Li ser rûdanê jin û zarokên Işık jî gihane Hakkariyê. Jina wî Müzeyyen Işık ragihandiye ku dema bi zilamê xwe re axifiye kêfa wî baş bûye. Di rêya telefonê de çiya û cemeda çiya nîşanî zarok û jina xwe daye. Jina wî Işık got:
“Di axaftina me de got ku ew gihaye bendavê (zîrwe) û dê dakeve. Hevalê min li jêrê li benda min e. Li jêrê telefon naxebite û tenê li vê derê dixebite. Bi vî awayî xatira xwe xwest. Me car din jê agahî nestend. Gelek xemgînim. Ez bawerim zilamê min li ciyekî li benda alîkariyê ye.”
Li ser vê rûdanê parêzgeha Hakkariyê li deverê hilkşîna çiya û xebatên werzişî bo demekî qedexe kir. Qedexe heya xebatên lêgerînê û rizgarkirinê temam bibin dê dewam bike. Ciyê lêgerîn û xebatên rizgarkirinê tên kirin jî çûna wan deveran dê qedexe be.