Dadgeha Îspanyayê dikare daxwaza girtina Ronaldo bike
PeyamaKurd - Berpirsekî Wezareta Darayî ya Îtalyayê eşkere kir, ku dibe Ciristiano Ronaldo yê yarîzanê nû yê yaneya Juventusê li bajarê Torîno were binçavkirin.
Berpirsê Wezareta Darayî ya Îtalyayê Jose Maria Molinedo eşkere kiriye, ku heta niha derbarê Ronaldo de gilî hene ku xwe ji bacdayînê vediziye û ji ber vê yekê dadgeha Îspanyayê dikare daxwaza girtina wî bike.
Li gorî nûçeya rojnameya Marka ya îspanî, Jose Maria Molinedo gotiye, “Çûna Juventusê jî Ronaldo ji girtinê rizgar nake.”
Jose Maria Molinedo dibêje, heta niha jî parêzer mijûlî wê yekê ne, ku Ronaldo ji tometên xwe vedizîna ji bacê rizgar bikin û eger parastina wan serkeftî nebe eger heye Ronaldo li Torîno were binçavkirin.
Pirsgirêka xwe vedizîna ji bacê ya Ronaldo hingî dest pê kir, ku meha borî stêrkê portûgalî hewl dabû dahata xwe ya 150 milyon euroyî veşêre. Li gorî vê dahatê divê Ronaldo 14.7 milyon euro weke bac bide.