Di maça tîma Kurdan Dalkurdê û tîma Swêdî Orgrytê de kes bi ser neket: Encam 0-0
PeyamaKurd - Tîma fitbolê ya Kurdan Dalkurd ya li Swêdê di lîga duyem de dilîze, di hefta nehan a lîgê de, di maça li seha xwe bi tîma Orgryte re lîst, tu serkeftin bi dest nexist û 0-0 yeksan ma.
Dalkurd, di hefta nehan a vê heyamê de, bi tîma Orgrytê ku weke wê di dawiya lîga duyem de ye, li seha xwe kir mêvan û pê re lîst.
Ji ber şewba Korona, maç bê piştevan hat lîstin û 45 deqên ewil de tu gol nehatin avêtin.
Tîma hember Dalkurdê Orgryte, penaltiya di deqa 64an de bi dest xist û Adam Bergmark Wiberg avêt de tu gol bi dest nexist.
Herdu tîman jî encamek serkeftî bi dest nexistin û maç 0-0 qedandin.
Bi vê encamê, herdu tîman jî pûanek bi dest xistin û pûanê xwe kirin 8.
Dalkurd hefta borî li deplasmana Trelleborgs’ê 4-1 têk çûbû.
Heta niha Dalkurd vê heyamê de 3 têkçûyîn, 5 yeksanî û serkeftinek bi dest xistiye.