TR KU SO
FB X
Werzis

Di Olîmpiyatên Tokyo de hejmara pêketiyên korona zêde bû

Admin H
Nivîskar
📅 31 tîrmeh 2021 00:01

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di nav 24 saetên borî de, hejmara pêketinên vîrusa koronayê di beşdarên Olîmpiyatên Tokyoyê de zêde bûye.

Komîteya Sazkar a Olîmpiyatên Tokyoyê ragihandiye ku di nav 24 saetên borî de bi 27 kesên din re vîrusa korona hatiye tespîtkirin.

Hat eşkerekirin ku ji pêketiyan 3 werzişvan in, 15 karmendên olîmpiyatê ne û 4 kes jî rêveber in.

Hat ragihandin ku kesên vîrus bi wan re peyde bûye xistine karantînayê. Li gorî daxuyaniyê ji destpêka olîmpiyatan ve bi 220 pêketiyên koronayê hatine tomarkirin.

Parve bike: