TR KU SO
FB X
Werzis

Du futbolîstên Kurd îşev di Kûpa Cîhanê de dilîzin

Admin H
Nivîskar
📅 22 hezîran 2026 16:36

PeyamaKurd - Tîma Neteweyî ya Iraqê, di lîstika xwe ya duyem a Kûpaya Cîhanê de, îro bi şev dê li hemberî yek ji bijardeyên herî bihêz ên tûrnûwayê Fransayê derkeve sehayê.

Di vê pêşbirkê de tê çaverêkirin ku du futbolîstên Kurd ên navdar Mêrxas Doskî û Akam Haşîm bi forma Iraqê di nav 11ên yekem de dakevin qadê.

Iraq ku di dîroka xwe de cara yekem e ligel Fransayê dileyize, piştî ku di lîstika yekem de li hemberî Norwêcê 4-1 têk çûbû, niha dixwaze bi encameke surprîz hêviyên xwe yên di tûrnûwayê de biparêze.

Pêşbirka Iraq-Fransayê îşev li saet 00:00ê li Stadyuma Lincoln Financial Field a bajarê Philadelphia ya Amerîkayê dest pê dike.

 

Parve bike: