Îranê dest danî ser mal û milkên kaptanê berê yê tîma neteweyî
PeyamaKurd - Desthilata Dadweriyê ya rejîma Îranê îro bi awayekî fermî ragihand ku wan dest daniye ser şeş milkên kaptanê berê yê tîma neteweyî ya futbolê Elî Kerîmî.
Hêjayî gotinê ye, ev biryara dadweriyê piştî rawestandina şerê 40 rojî yê herêmî hat û Kerîmî bi "dijberiya Komara Îslamî" û "alîkarîkirina dijmin" hat tohmetbarkirin.
Ajansa Mîzanê ya girêdayî dadweriyê Elî Kerîmî wekî "xayinekî welat" pênase kir û eşkere kir ku di nav milkên hatine zeftkirin de du navendên bazirganî û çar yekîneyên niştecihbûnê hene ku "ji bo berjewendiya gel" hatine desteserkirin.
Dûrbûna Kerîmî ji welat
Elî Kerîmî ku ji sala 2022an ve û piştî xwepêşandanên navxweyî yên Îranê welatê xwe terk kiriye, niha li yek ji welatên Kendavê dijî.
Tevî ku desthilatdarên Îranê berê jî hişyarî dabûn ku wê samanên dijberên "ewlehiya neteweyî" werin zeftkirin ev cara yekem e ku bi vî rengî pêngaveke fermî li dijî stêrkekî futbolê tê avêtin.