TR KU SO
FB X
Werzis

Samuel Eto'o dev ji futbola aktif berda

📅 07 îlon 2019 13:09

PeyamaKurd - Futbolîstê navdar ê kamerûnî Samuel Eto’o dawî li jiyana xwe ya futbola aktîf berda.

Li gorî nûçeyên medya Kamerûnî, Samuel Eto’o yê 38 salî ku herî dawî formayê Qeter Sports Clubê li xwe dikir, piştî 23 salan dev ji futbolê berda.

Eto’o di maweya 23 salan de formayê tîmên efsanewî yên wekî Real Madrid, Barselona, Inter û Chelsea li xwe kir 25 kupa bidestxistin. Eto li Tirkiyê jî formayê Antalyaspor û Konyasporê li xwe kiribû û herî dawî transferi Qeterê bûbû.

Eto Kupaya Tîmên Şampiyonan û Kupaya Neteweyên Afrîkayê jî di nav de bi giştî 25 Kupayên girîng qezenc kirine.

Parve bike: