Tîmên futbolê yên Îskoçya û Tirkiyê li Diyarbekirê têne pêsberî hev
PeyamaKurd – Tîmên Futbolê yên welatê Îskoçya û Tirkiyeyê îşev 16ê Mijdarê li saet 20:00 têne pêşberî hev.
Ji bo maçê li Stadyûma Diyarbekirê temaşe bikin, nêzî 1000 alîgirên tîma Îskoçyayê bi cilûbergên xwe yên netewî herikîn bajarê Diyarbekirê û dîmenên rengîn derxistin holê.
Xelkê Diyarbekirê pêşwaziyeke germ li tîma Îskoçya û alîgirên wê dike û tê çaverêkirin hejmarek zêde hezkarên futbolê yên Diyarbekirê û bajarên din ên Bakurê Kurdistanê jî li stadyûmê pêşbirka Îskoçya-Tirkiye temaşe bikin.
Yek ji alîgirê tîma Îskoçî John Nicoî ku bi etekê îskoçî li kolanên Diyarbekirê digeriya dibêje: “Min gelekî ji vir hez kir, rehber jî li gel me hene. Xwarinên vir gelekî xweş û bi tam in. Asman şîn e, roj bi şewq e, min etek li xwe kiriye, ez piştgiriyê didim tîma Îskoçyayê.”