TR KU SO
FB X
Werzis

UEFAyê bi fermî eskere kir: Fînala Sampiyoniyê ji ber koronayê li sûna Stenbolê li Portoyê tê lîstin

Admin H
Nivîskar
📅 13 gulan 2021 19:01

PeyamaKurd - Yekîtiya Federasyonên Futbolê ya Ewropayê (UEFA) ji ber metirsiya vîrusa koronayê li Tirkiyê, fînala Champion League ya di navbera Manchester City û Chelsea de wê li Stenbolê bihata lîstin betal kir û cihê wê bir bajarê Porto yê Portekîzê.

Beriya niha UEFAyê biryar dabû yariya fînala Champions League ya di navbera Manchester City û Chelsea de roja 29ê Gulanê li Stada Ataturk a Stenbolê pêk were, lê hikûmeta Brîtanyayê Tirkiye xistiye “lîsteya sor” a Covid-19 û rê nade welatiyên Brîtanyayê serdana wî Tirkiyê bikin.

UEFAyê jî îro 13ê Gulanê bi awayekî fermî ragihand, "Em ji ber ruhê hevparî û hevkariya rayedarên futbolê yên Tirk, herwiha ji bo fêmkirina wan a di vê rewşa taybet de spasdar in."

UEFAyê ragihandiye ku wê fînala Champion League di heman dîrokê de, li Stadyûma Dragao ya Portoyê pêk were.

Hêjayî gotinê ye, cara duyem e ku fînala Champion League ji Stenbolê tê veguhastin ku biryar bû mêvandariya fînala 2020an jî kiriba, lê belê ji ber rewşa koronayê careke din cihê wê hat veguhestin

Parve bike: