Ji Durziyên Sûriyê banga Laheyê: Divê bên cezakirin

Ji Durziyên Sûriyê banga Laheyê: Divê bên cezakirin

PeyamaKurd- Ji aliyê Durziyan û piştevanên wan ve li ber avahiya Dadgeha Navnetewî ya Dadê ku li Lahey ya Holandayê xwepêşandanek hate lidarxistin û cezakirina êrîşkarên Siwêdayê ku bûne sedema kuştina bi sedan sivîlên bêguneh hate xwestin.

Xwepêşandana li ber avahiya Dadgeha Navdewletî ya Laheyê, bi dirûşmên "Kuştina Durziyan rawestînin", "Hikûmeta Sûriyeyê DAIŞ bi xwe ye" û "Siwêdayê biparêzin" hatin qêrîn.

Durzîyekî bi navê Şadî li ser kuştina sivîlan got: "Xelk, heval, malbat û kesûkarên me li Siwêdayê bi destê komên çekdar ên girêdayî hikûmeta nû ya Sûriyeyê tên kuştin. Her çi qasî Colanî (Ehmed Şera) agirbest ragihandibe jî ew nikare wan hêzên çekdar kontrol bike."

Xwepêşanderekî din ê bi navê Welîd jî da zanîn, "Çekdarên DAIŞ û Qaîdeyê, cil û bergên artêş û polîsan li xwe kirin. Dema dîtin ku bi wan cilan nikarin bikevin Siwêdayê, kincên eşîran li xwe kirin da ku bibêjin em çekdarên eşîran in."

Hêjayî gotinê ye, Durzî ji sedsala 17an ve li Sûriye, Libnan û Filistînê dijîn û ji bo parastina xwe, wan kariye hêzên xwe yên leşkerî xurt bikin û niha nêzîkî 12 hezar çekdarên wan hene. Hêzên Durzî ji Lîwa el-Cebel, Tevgera Mêrên Birûmet (Hereket Rîcal el Kerame) û Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê pêk tên.

Ev nivîs 99 car hatiye xwendin.