Li bajarê Kîlîsê festîwala zeytûna hat kirin
PeyamaKurd – Li bajarê Kîlîsê festîwala zeytûna hat lidarxistin û di roja dawiyê ya festîwalê de konser dan ziyaretvanan. Gelek hemwelatî tevli konserê bûn.
Festîwala zeytûna ji aliyê Oda Çandiniyê ya Kîlîsê, Oda Endazyarên Çandiniyê, Konseya Bajêr ya Kîlîsê, Ajansa Geşepêdanê ya İpekyolu, Serokatiya Hilberînerên Zeytûnan ya Kîlîsê de hat organîzekirin.
Xwarinên ku bi zeyta zeytûnan tên pahtin amadekirin û di bin konan de dan ziyaretvanên festîwalê. Xelk dixwaze her sal festîwala zeytûna bê li darxistin da bibe wekî adetekî li bajarê Kîlîsê.
Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.