Weşanên Avestayê bi ‘Botannameyê’ 50 saliya helbestkariya Berken Bereh pîroz dike
PeyamaKurd – Weşanên Avestayê bi minasebeta 50 saliya helbestkariya Berken Bereh hemû helbestên wî di dîwaneke taybet de ya bi navê Botannameyê de çap kir.
Botannameya Berken Bereh ji 10 dîwanên kevn, dîwaneke nû, hinek nivîsên li ser wî û wêneyan pêk tê.
Weşanên Avestayê diyar kir ku Botanname dê tenê careke din were çapkirin û dibe berhema 900î ya Weşanên Avestayê.
Weşanên Avestayê diyar kir ku dê helbestvan Berken Bereh sibe û dusibe li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê be û Botannameyê îmze bike.
Weşanên Avestayê li ser hesabê xwe Xê, di vê derbarê de ev agahî belav kir:
“KITÊBA 900.
BOTANNAME
HEMÛ HELBEST
BERKEN BEREH
(10+1 DÎWAN)
û
Li ser Berken Bereh
ÇAPA TAYBET
14x22.5, 880 rûpel, bi cild û şomîz, bi wêne
BI MINASEBETA 50 SALIYA NIVÎSKARIYA BERKEN BEREH TENÊ CAREKÊ ÇAP DIBE
DERKET!”
Ev nivîs 28 car hatiye xwendin.