PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bo tevlî sempozyûma Melayê Cizîrî bibe hatibû Cizîrê û pê re û bi heyeta wî re Pêşmergên ku wan diparêzin hebûn. Dema dîmen ketin ser medyayê, ew medya ku dijminahiya d dike, qiyametê rakir û her yek bû parastvanê Tirkiyê.
Li ser mijarê berdevkê AKPê Ömer Çelik ragihand ku li ser mijarê wezareta karên hundir lêpirsînê dewam dike û Komara Tirkiyê xwediyê wê hêzêye ku dikare ewlehiya Barzanî temîn bike.
Ömer Çelik, li ser daxwuyaniya serokê MHPê Devlet Bahçeli ya di mijarê de dabû û li ser bersiva ofîsa Barzanî, ew gotina ‘netewaperest û faşîst’ bi bêrêzî bi nav kir û got ku divê bê sererastkirin.
Devlet Bahçeli, gera bi çekên giran ya parastvanên Mesûd Barzanî bi rezalet bi nav kiribû.
Li ser mijarê berdevkê AKPê Ömer Çelik di tv ya Haberturkê de weha got:
“Helbet ew dîmen bûn sedema zemîna şiroveyên nexweş û neyînî. Li ser mijarê wezareta karên navxwe lêpirsînê dike. Di encamê de wezîfa Barzanî ya aktif nîne. Pêwiste ewlehiya wî bihata kirin û dewleta Tirkiyê xwediyê wê qewetêye.”
Ömer Çelik li ser daxwuyaniyên her dû terefan weha dewam kir:
“Berya em bikevin weşanê daxwuyaniya baregeha Barzanî ya bêrêz ket ser medyayê. Di rojnama Turkgun de hevpeyvînekî rêzdar Bahçeli hat belavkirin. Berdevkekî ji ofîsa Barzanî daxwuyaniyê daye. Metna wê bêrêze. Gotinên weka netaweperest û faşist bikar aniye. Dema rêzdar Bahçeli vê şirovê kiriye, şirova wî li ser parastvanaye û li ser şexsê rêzdar Barzanî û seredana wî ti şiroveyekî neyînî nîne. Esas di wir de kesê wî zimanî bikaraniye, zimanê wî şovenîst û yê aricperestaye. Ew daxwuyanî li hemberê Bahçeli bêrêzdariye. Nayê qebûlkirin û divê bê sererastkirin. Bo jiyanekî bê şidet Bahçeli temamê hêza xwe serf kiriye û her kî nivîsandiye, divê sererast bibe. Bê aqilî û bê îdrakiye. Rêzdar Bahçeli dibêje seredana rêzdar Barzanî ya welatê me nîşana alîcenabiya milletê me ye.
Peyama Bahçeli li ser dîmen ên nexweşin. Li ser hatina Barzanî yek hevokekî nîne…Ev şêwe, zerarê dide pêvajoya Tirkiya bê teror.”