Amerîkayê hisyarî da Iraqê

Dîroka Weşanê :
Amerîkayê hisyarî da Iraqê

PeyamaKurd – Rojnameya El Hadath a li Erebistana Siûdî ragihand ku Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack Bexdayê ji bo îhtîmala êrîşeke Îsraîlê li ser Iraqê hişyarî daye.

Li gorî agahiyan, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barrack hişyariyên tund daye rayedarên Iraqî li dijî destwerdana operasyonên Îsraîlê yên li dijî Hizbullahê.

Li gorî kanalê, Barrack diyar kiriye ku ger milîsên ku ji aliyê Îranê ve li ser axa Iraqê têne piştgirîkirin tevlî şer bibin, dibe ku welat bi êrîşên Îsraîlê re rû bi rû bimîne.

Herwiha di raporê de hatiye ragihandin ku Barrack ji rayedarên Iraqî re eşkere kiriye ku êrîşên Îsraîlê li Lubnanê wê heta ku Hizbullah bi tevahî bêçekkirin berdewam bikin.