Bloomberg: Amerîka plana avakirina baregeha leskerî li Xezeyê dike

Dîroka Weşanê :
Bloomberg: Amerîka plana avakirina baregeha leskerî li Xezeyê dike

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Amerîka plan dike ku li nêzî sînorê Xezeyê baregeheke leşkerî ya mezin ava bike ku tê pêşbînîkirin bikaribe heta 10 hezar leşkerî vehewîne.

Li gorî ajansa amerîkî Bloomberg, niha lêçûnên vê baregeha ku wê rûbera wê 929 metre çargoşe be bi qasî 500 mîlyon dolar e.

Berpirsekî Amerîkî diyar kir ku armanca vê planê avakirina baregeheke navneteweyî ye ji bo pêkanîna aramiya herêmî daku leşkerên navneteweyî çavdêriya agirbesta di navbera Îsraîl û Hamasê de bikin.

Li aliyê din, Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) jî li ser şandina leşkerên Amerîkî bo Xezeyê an jî avakirina baregehekê li nêzî wê herêmê red kir.

CENTCOMê eşkere kir ku leşkerên Amerîkî dê beşdarî çavdêrîkirina agirbesta heyî nebin.